Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Nîyeta Amerîka Tune ku ji Sûrîyê Vekişe


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Sêşemê got ku nîyeta Amerîka tune ku ji Sûrîyê vekişe, tevî ku Washington daxuyanîyên wî rengî dide.

Lavrov li Beijingê ji nûçegîhanan re got ku ew hêvî dike ku piştî peywendîya bi hevtayê xwe yê Fransî, dê zelal be ku kêşeya Sûrîyê wê çawa çareser be.

Lavrov herwiha derheqa welatên G7 jî axifî û şermezarkirina wan ya Rûsya rexne kir. Wî got ku welatên G7 xwedîyê helwesteke neyarane ya dijî Rûsya ne.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG