Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov Dibêje Rûsya li Ewrupa Şer Naxwaze


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Çarşemê got ku Moskow nexwestibû ku li Ewrupa şer derkeve, lê dewletên Rojavayî pir dixwest ku Rûsya di operasyona xwe ya leşkerî ya li Ukraynayê şikestinê bixwe.

"Ku hun ji îhtîmala derketina şerekî li Ewrupa xembar in – em qet şer naxwazin," Lavrov di preskonferansa piştî civîna bi hevtayê xwe yê Ummanî got.

Lavrov bi berdewamî welatên Rojavayî tawanbar kir ku helwestkeke neyarane li dijî Rûsyayê didomînin.

"Ez dixwazim bala we bikşînim ser vê rastîyê ku Rojava bi pêgirî û domdarî dibêje ku di vê rewşê de divê Rûsya têk biçe. Hun bi xwe biryar bidin kî çi dixwaze,” Lavrov got.

XS
SM
MD
LG