Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Siyaseta Amerîka ya li Hember Venezuela Rexne Dike


Lavrov

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov di serdana xwe ya Meksîkê da, siyaseta Amerîka ya li hember Venezuela rexen kir û got, Amerîka siyaseta provoke li Venezuela bikar tîne û hewil dide arêşan peyda bike da ku bi rêya leşkerî mayên xwe di wî welatî da bike.

Lavrov dema di serdana xwe da gotinên li hember Amerîka anîn ziman, berpirsên Meksîkî xistine di tengasiyê da jiber ku Meksîk naxwaze tiştekî bêje bibe sedema turebûna rêveberîya serok Trump ku tedbîr û sizayan derbarê pirsa penaberan û pirsên din li dij Meksîk biryar bide.

Rûsya ku kompaniyên wê yên petrol û pispor û şêwrimendên wê yên leşkerî li Venezuela hene, û rejîma sosyalîst ya Nicolas Maduro destek dike, sedema nakokiyane di navbera Anerîka û Rûsya da.

Amerîka û dehan welatên din li Ewerupa û cîhanê, Juan Guaido rêberê opozisyonê yê dixwaze desthilata Maduro li Venezuela nehêle, weke serokê Venezuela yê rewa nas kirine.

Lavrov hewildanên Amerîka yên nêhêlana desthilata Maduro şermezar dike û got ew hewildan nerewan e û gefên Amerîka li dij Venzeuela encamên xerab bo Amerîka bixwe tîne.

Ajansa TAS ya Rûsî, li gur Lavrov radigîne ku wî gotîye" kesek nikare li ciyê Venzeueliyan bixwe pirsgirêkên wan çareser bike, lê hene ku rê liber wan hewildanan bigirin, û dibe ev bibe sedema maytêkirina bi rêyên leşkerî.

XS
SM
MD
LG