Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Welatên Ewrupî Ser Peqînên li Xetên Gazê Lêpirsîneke Baş Nakin


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Çarşemê got ku ku welatên Ewrupî ser peqînên li xeta gazê ya Nord Streamê lêpirsîneke dagirtî nakin.

Lavrov dîyar kir ku wisa xuya dibe ku ewê ti welatê Yekîtîya Ewrupa (YE) ser peqînên li Nord Streamê lêkolîneke bêalî neke.

Wî got ku Rûsya êdî ji xetên bakur gazê belav nake.

Moskowê, ser peqînan Brîtanya tawnbar kir, lê Londonê dîyar kir ku ti peywendîya wê bi êrîşê re tuneye.

Karbidestên Danîmarka û Swêdê dibêjin ku ew peqîn encamên sabotaja qestî ne, lê navê ti welatî wek berpirsê êrîşê hilnadin.

XS
SM
MD
LG