Wezareta derve ya Rûsî roja Çarşemê daxûyaniyek weşand tê de zelal dike ku, wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson di rojên 11 û 12 Nîsanê de, dê serdana Rûsiya bike.
Wezareta derve ya Rûsî dide zanîn ku Sergey Lavrov bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkî re, dê ewlekariya cîhanê û rewşa Sûriyê, herweha rewşa Ukraniya û Koreya bakûr gotûbêj bikin.
Herweha hatiye zanîn ku, gotûbêjên di navbera herdû wezîran de liser şerê li dij terorê û duberiyên li herêmê û kontrolkirina çekê atomî bikin.
Di daxûyaniya wezareta derve de "hewildanên Îdara Amerîkî jibo başkirina têkiliyên herdu welatan bi şêweke baş dinirxîne".