Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Amerîka Dixwaze Sûriyê Perçe Bike


Wezîrên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê
Wezîrên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov roja Şemiyê li Moskow ligel hevpîşeyên xwe yê Îranî û Tirkî civiya, civîna wezîrên derve yên hersê welatan, Îran, Tirkiye û Rûsya derbarê pirsgirêkên Sûriyê bû, hersê welat weke pêşengên danaûstendinên "pêvajoya Astana" tên naskirin.

Sergey Lavrov got, ev civîna herî dawiyê ye, ya ku piştî derbeyên leşkerî yên bi rêberîya Amerîka, li dij Sûriyê pêkhatîn, Lavrov got"daxuyaniyên wan yên piştevaniya aştiya li herêmê û Sûriyê tenê axiftinin, weha dixweyê ku ewan plana ji nû ve damezrandina Rojhelata Navîn heye û dixwazin Sûriyê perçe bikin" weke Sergey Lavrov dibêje.

Di civîna Moskow de, wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û yê Îranê Javad Zarif amade bûbûn.

XS
SM
MD
LG