Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov jibo Danûstandinên Ser Peymana Dexlûdan li Tirkîyê Ye


Karbidestekî Tirk ragihand ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ser peymana dexlûdan derbazî Tirkîyê bûye.

Peymana dexlûdan rê dide ku genim ji benderên Ukrayna bi rêya korîdoreke ewle ya li Deryaya Reş were derxistin.

Wezareta Derve ya Rûsya bi daxuyanîyeke berî serdana Lavrov ragihand ku peyman wek nîşaneke dilnizmîyê jibo 60 rojên din hatiye dirêj kirin.

Endama NATO’yê, ku peywendîyên wê bi her du cîranên wê yên Deryaya Reş re hene, zorê li Rûsya û Ukrayna dikin ku jinûve dest bi danûstandinê aştîyê bikin.

Sala borî bi hewilên Tirkîyê her du alî li maseyê rûniştibûn, lê piştre danûstandin rawestîbûn.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG