Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov û Çavuşoglu Soza Xurtkirina Peywendîyan Didin


Wezîrê Derve yê Rûsî Sergei Lavrov îro Sêşemê li bajarê Soçî ya Rûsya bi hevtayê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî.

Lavrov got ku her du welat xwedîyê rojeveke navnetewî ya dagirtî ya hevbeş in.

“Peywendîyên navbera Rûsya û Tirkîyê ewqas xurt in ku têra her du alîyan dikin û bi helwesta û kiryarên tund yên hîn alîyan nikarin pêşî li wê tekilîyê bigirim,” Lavrov got.

Çavuşoglu jî bal kişand ku peywendîyên dualî û hevkarîya wna ya di warên aborî, bazirganî, enerjî, çand û turîzmê xurttir dibin.

"Îro em herwiha ser rêyên baştirkirina hevkarîya me û çareserkirina hin kêşeyên herêmê peyîvîn,” Çavuşoglu got.

XS
SM
MD
LG