Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Koreya Bakur Dixwaze bi Amerîka re Danûstandinan Bike


Wezîrê Derve yê Rûsya Lavrov dîyar kir ku Kureya Bakur dixwaze bi Amerîka re rasterast danûstandinan bike.

Di heman rojê de Wezareta Derve ya Koreya Bakur jî da zanîn ku ‘’jiber gefên Amerîka yên li herêmê ewê bêguman şerek çêbe’’

Lavrov li Vîyana ji hevtayê xwe yê Amerîkî Rex Tillerson re da zanîn Koreya Bakur dixwaze bi Amerîka rasterast hevdîtinan bike.

‘’Em dizanin ku Koreya Bakur berî her tiştî bo garantîyên ewlekarîya xwe dixwaze bi Amerîka re biaxife. Em jibo çêkirina zemîna danûstandinan amade ne’’ Lavrov.

Amerîka dîyar kiribû ku ger Koreya Bakur bo berdana çekên navokî gavên erênî biavêje ewê bi wî welatî re hevdîtinan bikin, lê Washingtonê dabû zanîn ku Pyongyangê heta niha helwesteke wisa nîşan nedaye.

XS
SM
MD
LG