Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov Dibêje jiber ku Amerîka Beşdarî Hevdîtinên Ser Afganistanê Nabe bi Moskowê re Xemgînî Çêbûye


poslova dve zemlje na početku sastanka u Ženevi
poslova dve zemlje na početku sastanka u Ženevi

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov dîyar kir ku jiber ku karbidestên Amerîkî beşdarî hevdîtinên navneteweyî yên ser Afganistanê nabin bo Moskowê xemgînî çêbûye.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price pêr Duşemê dabû zanîn ku ewê jiber sedemên teknîk beşdarî hevdîtinên navneteweyî yên ser Afganistanê nebin.

Price gotibû ku ew hêvî dikin ku di siberojê de beşdarîyê li wan hevdîtinan bikin.

Moskowê di meha Adarê de, berî Talîban kontrola Afganistanê bi dest xwe xe, ser wî welatî konferansek li dar xistibû.

Di wê konferansê de, Rûsya, Amerîka, Çîn û Pakistanê bi daxuyanîyekê hevbeş bang li alîyên şerker kiribûn ku peymaneke aştîyê çêkin û rê liber tundûtûjîyê bigirin.

XS
SM
MD
LG