Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Rûsya Rûbirûyê Şerêkî Hemî Rojava Ye


Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov
Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov

ezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov îro Înîyê ragihand ku Rûsya bi şerêkî tevahî ku ji hêla Rojava ve hatiye ragihandin re rûbirû ye.

Lavrov ragihand ku dijî Rûsya şerêkî hbyrîd ya tevahî hatiye dîyar kirin.

" Armanc wêrankirin, tunekirin, xeniqandina aborîya Rûsî û Rûsya bi giştî ye" Lavrov got.

Di meha yekê ya şerê li Ukrayna, ya ku Rûsya wek "operasyoneke leşkerî ya taybet" bi nav dike; welatên Rojavayî ser sîstema aborî, sîstema darayî ya Rûsya û serokê wê Vladamir Putin û herwiha olîgarkên Rusî toleyên tund

Lê, Lavrov anî zimanku Rûsya ne tenê ye.

"Li cîhanê gelek dost, hevalbend, hevkarên me hene. Hejmareke mezin yên komelên Rûsî bi welatên hemû parzemînan re kar dikin û emê xebatên xwe bidomînin," Lavrov got.

Lavrov, herwiha dîyar kir piranîya dewletan wê tev li sîyaseta toleyên Rojava ya dijî Rûsyayê nebin.

XS
SM
MD
LG