Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Hêzên Rûsya ji Efrînê Venekişîyane


Wezareta Derve ya Rûsya Sergey Lavrov dîyar kir ku hêzên Rûsya ji herêma Efrînê venekişiyane.

Lavrov li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bi preskonferansekê da zanîn ku nûçeyên ser vekişîna hêzên Rûsya ne rast in.

‘’Nerastbûna wan nûçeyan hatiye piştrast kirin’’ Lavrov got.

Ajansa Anadolu, ku ajansa fermî ya dewleta Tirkîyê ye, dîyar kiribû hêzên Rûsya ji gundê Kefer Cenne vekişiyane û derbazî Nubul û Zehra yên di bin kontrola rêvebirîya Şamê de bûne.

Ajansê dabû zanîn ku wan ew agahî hin jêderên saxlem yên li Efrînê sitandîye.

XS
SM
MD
LG