Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov Derbarê Kêşeya Kendavê, Serdana Wê Herêmê Dike


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov, di destpêka gera xwe ya sê rojî de, îro Duşemê li Kuweytê ye ku çend hevdîtinan li wî welatî bike.

Armanca Lavrov, bi vê serdanê ev e ku bi dewletên Kendavê re hevdîtinan bike û çareserîyeke ji kêşeya dîplomatîk ya Qatarê re bibîne.

Serdana Lavrov ya Kuweytê, serdana yekê ya payabilind e ku karbidestekî girîng yê Rûsya, piştî destpêbûna krîza dîplomatîk ya 5’ê Hezîranê li herêmê ye û li ber e serdana Qatar û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jî bike.

Desthilatdarên Kuweytê hewil dane ku boykota heyî bi rêkên dîplomatîk çareser bikin û bi heman awayî, Amerîka, Fransa û welatên din yên cîhanê jî bizava dawîkirina pirsgirêkê dan, lê serketî nebûn.

Erebistana Saudi, Bahreyn û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misirê di meha Hezîranê de Qatar bi piştgirîdana terorîzmê sûcdar kiribûn û peywendîyên dîplomatîk ligel wî welatî birîbûn.

Her çar dewlet karmendên xwe yên dîplomatîk ji Qatarê kişandibûn, qadên xwe yên esmanî ji Qatarê girtibûn û trafîka ser erdê jî rawistandibûn.

XS
SM
MD
LG