Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cavusoglu: Wezîrên Derve yên Rûsya û Ukraynayê Pencşemê li Tirkîyê Dicivin


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hevtayê wî yê Ukraynayî Dmytro Kuleba wê roja Pêncşemê li foruma dîplomasîyê li Tirkîyê bicivin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu îro Duşemê ev agahî ragihand û got ku ewê jî beşdarî hevditîna li bajarê Antalya bibe.

Çavuşoglu da zanîn Serok Tayyîp Erdogan roja Yekşemê di axaftina bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re peşnîyara Tirkîyê ya bo navbeynkarîya hevdîtinê dubare kiriye.

Wî got ku Rûsyayê piştre ev peşnîyara qebûl kiriye.

"Em bi taybetî hêvîdar in ku ev civîn xaleke zivirînê ye û gaveke girîng ya ber bi aştî û aramiyê ve ye."

Berdevika wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser Telegramê hevdîtin Lavrov û Kubela piştrast kir.

Kuleba roja Şemiyê gotibû ku ew ji danûstandinên bi Lavrov re vekirî ye, lê tenê ger ew watedar bin.

Tirkîye di warê berevanî, bazirganî û enerjiyê de bi Rûsyayê re xwedîyê têkilîyên nêzîk e û her sal mêvandarî ya bi mîlyonan turîstên Rûsî dike.

Lê, Tirkîye hevdem dronan difroşe Ukraynayê ku Mokowê hers dike.
Enqere dijî polîtîkayên Rûsyayê yên li Sûrîyê û Lîbyayê ye û herwiha dijî dagirkirina Kirimê ya ji hêla Rûsyayê ya di 2014'an jî derdikeve.

Endamê NATO'yê Tirkîye, li Deryaya Reş de hem bi Ukrayna û hem jî bi Rûsyayê re hevsînor e û bi her du welatan re jî peywendîyên hikûmeta Erdogan baş in.

Erdogan dibêje ku Tirkîye tevî ku dijî toleyên li dijî Moskowê ye jî, êrîşa Rûsyayê ya hemberî Ukraynayênayê nayê qebûlkirin.

XS
SM
MD
LG