Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov bo Rejîma Sûrîyê û Kurdên Wir Banga Dîyalogê Dike


Sergey Lavrov
Sergey Lavrov

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di konferanseke li Îtalya de bo rejîma Sûrîyê û Kurdên wir banga dîyalogê kir.

Lavrov da zanîn ku kêşeya Kurdan bo hemî dewletên li herêmê ‘’bombe’’ ye.

Wî dîyar kir ku ew piştgirîya peyvajoya Astana dikin ku ji alîyê Rûsya, Îran û Tirkîyê ve bo kêmkirina girjîya li Sûrîyê destpê kiribû.

Wezîrê Rûs bi berdewamî got ku ger Amerîka muşekên nû bi cîh bikin ewê Rûsya wan bêbersîv nehêle.

Ji alîyê din ve, Wezareta Derve ya Rûsya ragihand ku Lavro dê hefteya pêş serdana Washingtonê bike û bi Serokê Amerîka Donald Trump re bicive.

Lavrov herî dawî di Gulana 2017’an de serdana Washingtonê kiribû.

XS
SM
MD
LG