Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov û Pompeo Ser Maytekirina li Hilbijartinan Axifîn


Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo û hevtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov li Washingtonê kom bûn.

Di preskonferansa hevbeş de, Mike Pompeo dîyar kir ku ew bi ti awayî maytekirina li hilbijartina Amerîka qebûl nakin.

‘’Rûsya yan jî dewleteke din ger bo xirabkirina prosesa me ya demokratîk gavan biavêje emê bersîvê bidin’’ Pompeo got.

Wî da zanîn ku rêvebirîya Trump bo ewlekarîya hilbijartinan dixebite û wan ew tişt bi awayekî zelal ji Rûsya re gotiye.

Lavrov jî dîyar kir ku wan xwestiye ku ew hemî qeydên danûstandinên di navbera 2016 û 2017’an de biweşînin, lê Amerîka ew daxwaz qebûl nekiriye.

Wezîrê Rûs amaje kir ku îdiayên Komîteya Îstixbaratê ya Amerîka ya ser maytekirina Rûsya li hilbijartina Amerîka ‘’bêbingeh’’ in.

Pompeo dîyar kir ku ew bi Lavrov re ser Ukrayna, Sûrîye û Venezuela jî axifîye.

XS
SM
MD
LG