Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Nevexwendina PYD Bo Danûstandinên Aştîyê Wê Bibe Çewtîyeke Pir Mezin


Russia Lavrov
Russia Lavrov

Wezîrê Derve yê Rûsya Dergei Lavrov îro Sêşemê dibêje, divê Kurdên Sûrîyê ji danûstandinên aştîyê re bêne vexvendin.

Lavrov hişyarî da ku dawetnekirina PYDê wê bibe çewtîyeke mezin. “Hun çawa dikarin li ser reformên sîyasî li Sûrîyê bipeyivin, eger hun partîya serekî ya Kurdan tune bihesibînin. Kurd 15 ji sedê nîfûsa Sûrîyê pêk tînin.”

Lavrov got, ew li bendê ne ku nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî, Staffan de Mistura stûyê xwe li hember gefên Tirkîyê û yên din xwar neke û Kurdan jî vexwîne danûstandinên Cenevreyê.

Tirkîye îdia dike ku PYD beşek jî PKK ya qedexekirî ye, loma bi tundî dijî tevlîbûna PYD di danûstandinan de dike, lê Rûsya û Amerîka dixwazin Kurd cîhê xwe di danûstandinan de bigirin.

XS
SM
MD
LG