Ji destpêka şerê Sûrîyê de cara yekê ye Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov serdana Şamê kir û bi Serokê Sûrîyê Beşar Esad re hevdîtinek pêk anî.
Çavdêrên sîyasî yên Kurd vê serdanê ji nêzve dişopînin û bal dikşînin ku êdî Rûsya dê çareseryakê jibo krîza Sûrîyê pêşkêş bike.
Ev serêdan taybetî piştî ku liv û tevgerên sîyasî yên dawî ji serdana şandeya Amerîkî jibo Cenevrê û Tirkîyê, danûstandinên destûra Sûrî û herî dawî jî lihevkirina Partîya Vîna Gel ya bi MSD re li Moskowê tê.
Dr Bextîyar Alhusên ku çapemenîya Rûsî dişopîne, dibêje ku hatina Lavrov jibo Sûrîyê bi armacna danîna xalan li ser tîpan e û dawîkirina krîzê ye.
Pisporê sîyasî Îdrîs Nehsan jî bawer dike ku hatina Lavrov piştî lihevkirina MSD û Partîya Vîna Gel pêk tê.
“Bi civîna MSD û Partîya Vîna Gel ya bi navbeynkarîya Rûsya di krîza Sûrî de êdî qonaxeke nû destpê dike. Di pêşerojê de rejîma Sûrî û Rêvebirîya Xweser dîyalogan destpê bikin.”