Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Talîban Beşdarî Civîna Afganistanê ya li Moskowê Dibe


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ragihand ku Talîban beşdarîya bo hevdîtinên Afganistanê, ku dê li Mokowê pêk were, pejirandîye.

Lavrov da zanîn ku Rûsya, Talîban vexwendîye civîna Afganistanê ya 4’ê Îlonê û rêxistinê bersîveke erênî daye.

Lavrov got ku ew hêvî dike ku hevdîtinên Afganistanê bi awayekî avaker derbaz bibin.

Lavrov dîyar kir ku Rûsya bo ewlekarîya hemwelatîyên Rûs yên li Afganistanê bi Talîbanê re danûstandin kiriye û hewil dide ku Talîban bi hikûmetê re dîyalogê çêke.

XS
SM
MD
LG