Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên Rûs bi awayekî geşbîn li Serokwezîra nû ya Brîtanya Liz Truss nanêrin.
Reutersê dîyar kir ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavorv dîyar kir ku Xanim Truss naxwaze ku London û Moskow li hev werin.
Lavrov di preskonferansekê de da zanîn ku helwesta Truss dê di qada navneteweyî de kêrî Brîtanya neyê.
Moskow dîyar dike ku Xanim Truss ya li şûna Boris Johnson hatiye ser kar li hember Rûsya disekine.
Xanim Truss do Duşemê bû serokwezîra nû ya Brîtanya.
Kremlînê berî serokwezîra nû ya Brîtanya dîyar bibe dabû zanîn ku ew bo serokwezîrîya nû ya wa wî welatî ne geşbîn in û bawer nakin ku ewê bi wan re hêvîyan çêke.
Brîtanya jî wek welatên din yên Rojava, Rûsya bi dagirkirina Ukrayna tawanbar dike û li hember Moskowê ligel Kîevê disekine.