Jêderên xwecîhî yên Sûrî radigihînin ku li Lazqîye û Tartusê tevgerên leşkerî zêde bûne.
Konvoyên Wezareta Berevanî û Wezareta Navxweyî yên ji Hums û Îdlibê bi rê ketin li Lazqîye û Tartusê hatine bi cîh kirin.
Ev tevgerên leşkerî di vê demê de ne ku dijî endamên artêşa rejîma berê operasyonên berfireh têne meşandin.
Endamên Wezareta Berevanî û Wezareta Navxweyî hema bêje kontrola bajarê Cableh tam bi dest xwe xist.
Berî vê kontrolê li herêmên cuda yên beravên Sûrîyê hêzên ewlekarîya giştî û çekdarên herêmî pev çûbûn.
Ji destpêka gurbûna girjîyê vir ve di pevçûnan de 71 kes hatine kuştin ku ji wan 35, endamên Wezareta Berevanî û Wezareta Navxweyî, 32, girêdayî artêşa rejîma berê ne û 4 sîvîl in.
Di pevçûnan de bi dehan kesên din jî birîndar bûn û hin nûçeyên nehatine piştrast kirin dibêjin ku ji her du alîyan jî hinek hatine girtin.
Agahîyên raporan nîşan didin ku hin çekdar û endamên artêş û hêzên ewlekrîyê piştî hatine girtin hatine kuştin.
Endamên artêşa rejîma berê li gund û bajarokên li beravên Sûrîyê, bi taybetî jî li taxên bakur yên Banyasê, li ser rêka Cablehê bi cîh bûne.
Çekdarên herêmî yên navendên leşkerî yên wek Astamu û El-Qardaha xistine bin kontrola xwe, li cîhên asê yên çîyayên Lazqîye xwe vedişêrên û ji wan cîhan êrîşan dibin ser hêzên hikûmeta nû.
Servîsa Ewlekarîya Giştî li ser girjîyê li Lazqîye, Tartus û Humsê jibo 24 saetan qedexeya derketina derve ragihand.
Jêder: SOHR