Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hirorî: Hin Xalên Veşartî li Pişt Leşkerkêşiya Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê Hene


Zinara Kêste - Berwarî Bala
Zinara Kêste - Berwarî Bala

Tirkiyê di rojên borî de êrîşên xwe li herêmên çiyayî yên Kurdistana Îraqê li herêma Berwarî Bala zêde kirine bi taybet devera gundên Hirorê û Kêste, tê gotin ku Tirkiyê komtên çiyayê zinara Kêste kontrol kirine.

Tûrkîyê bi balefirên şerker êrîşî ser çîyayê zinarê kêste ya ser bi devera amêdîyê ve kir, herêma zinara kêste ji hejmareke gundan pêkhatîye û piştî êrîşê jî Tirkiyê leşkerên xwe li wan deveran belavkirine û tupbarana deverê dike, tirseke mezin gihaye welatî yên wan deveran lewra beşek ji xellkê wê deverê jiber wan şer û pevçûnan gundên xwe vala kirine.

Rêving Hirorî Berpirsê Komîta pêşmerege di Parlemena Herêma Kurdistanê de
Rêving Hirorî Berpirsê Komîta pêşmerege di Parlemena Herêma Kurdistanê de

Rêvîng Hirorî serokê Komîta Pêşmerge, di perlemena Herêma kurdistanê de, jibo Dengê Amerîka axivî û got " dema ku hejmareke top hatine avêtin jibo wê deverê ez jî li wir bûm, Tirkîyê hejmareke topan arasteyî pişta gundê Hiror û Kêste û Çelkê kirin û piştre balefirên şerker hatin û dever jî bordumankir bi taybet zinaraa Kêste û di dema şevê de jî helîkopter hatin liser wan gundan zivrîn me dizanî ku ew serbazan belav dikin, tirseke mezin gehişte xelkê wan gundan jiber ku hejmareke topan jî bi gundê Kêste û Hiror ketin lê to zirarên giyanî nebûn.

Derbarê pirsa kanê parlemena Herêma kurdistanê liser wan êrîş û topbaranên Tirkiyê jibo ser herêmê dê civînan encam bide?

Serokê lîjneya pêşmerge ya pearlemena herêma kurdistanê got " rûniştin hatine kirin û berîya niha jî dema ku êrîş jibo ser devera Sîdekan heya Zaxo hatîye kirin parlemen rûnşit û çend lîjne jî hatine pêkanîn jibo ser sinoran û wê lîjneyê nêrînên xwe dane parlemena kurdistanê û hikumetê hikûmeta Herêmê û ya Bexda, lê mixabin ta niha ti gaveke berçav nehatîye avêtin û bi sedan gund jî hatine valakirin bi sedema wan şer û pevçûnan, divêt danustan dinavbera hikumeta herêm û hikûmeta Îraq û Tirkîyê û PKKê de werin pêkanîn jiberko Tirkiye hêzên xwe anîne û cihê tirsêye û gavên din yên veşartî li pişt hatina leşkerê Tirkiyê li herêma kurdistanêda hene."

Raporta Hewlêr 25 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:13 0:00

XS
SM
MD
LG