Peyvdara Koşka Sipî Karoline Leavitt roja Çarşemê bi rojnamevanan re axivî û got ku serok Trump bi "comerdî" agirbestê diparêze da ku derfetekê bide Îranê ku ji “dabeşbûna navxweyî derbas bibe û pêşniyareke rejîmeke yekgirtî ji bo danûstandinê pêşkêş bike.”
Leavitt nîşan bi wê yekê da ku "Ev niha şerekî di navbera pragmatîst û tundrewên Îranê de ye."
Wê got ku Trump piştrast e ku dorpêça neh rojî ya benderên Îranê ji hêla Amerîkayê ve, aborîya rejîmê "difetisîne" di demekê de ku ew li benda bersiva wê ye.
Wê her wiha got ku "Serok demek diyarkirî ji bo wergirtina pêşniyarek Îranê destnîşan nekiriye."
Serok Trump di 7ê Nîsanê de êrîşa Amerîka û Îsraîlê ya li dijî rejîma terorê ya Îranê rawestand û di destpêkê de got ku ew ê li ser daxwaza Pakistanê du hefteyan dirêj bike, û demê bide Tehranê ku li ser peymanekê danûstandinê bike ji bo pêkanînana daxwazên Amerîkî.
Trump bang li rejîmê kir ku dev ji armancên xwe yên çekên navokî û çalakîyên din ên xerab berde.