Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koşka Sipî: Amerîka Navendên Berhemdana Mûşekên Îranî Dike Armanc

Karoline Leavitt
Karoline Leavitt

Berdevka Koşka Sipî Karoline Leavitt îro Sêşemê got ku artêşa Amerîkayê êdî destpê kiriye ku navendên berhemdana mûşekan ên Îranê dike armanc.

Leavitt di konferanseke rojnamevanî de got ku firokên şer ên B-2 vê dawîyê bombeyên bi giranîya 900 kîlogram avêtine ser navendên mûşekên yên jêr erdê.

Karbidesta Koşka Sipî da zanîn ku operasyonên Amerîkayê, ku 28'ê Sibatê destpê kirin, bi awayekî serkeftî li dijî armancên rejîma Îranê berdewam dike. Leavitt diyar kir ku ewê ev şer wê demê raweste gava ku Serok Donald Trump biryarê bide ku ew demeke guncaw e.

Ji destpêka şer ve, Îran bi dron û mûşekên balistîk welatên herêmê dike armanc.

Koşka Sipî dibêje ku di 10 rojên şerê dijî rejîma Îranê de heta niha Amerîka bêtirî 5,000 armanc li nav Îranê kiriye armanc.

XS
SM
MD
LG