Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Libnanê li gel Wewzîran û Berpirsên Bankan Kom Dibe


Serokê Libnanê Michel Aoun

Serokê Libnanê Michel Aoun li gel jimarek wezîr û berpirsên bankan kom bû ji bo dîtina çareseriyekê ji kirîza abûrî û darayî ya welêt re.

Rewşa darayî ya welêt a ku berê jî ne baş bû, bi xwepêşandanên li seranserî welêt re xerabtir bûye.

Xwepêşandan di destpêkê de li dijî bacên nû bûn, niha bûne dijî tevahiya serkirdeyên siyasî.

Piştî girtina du hefteyan, bank roja 1 vê mehê vebûn, lê xelkê bi awakî lezgîn pereyên xwe ji bankan kişandin, di demekê de ku qerzdaran hin pîvanên ne normal dan ser qerzan.

Nivîsîngeha serok Aoun dibêje kombûna wî, wezîrên abûrî û darayî û hakimê banka navendî û her wiha serokê komeleya bankan vehewand.

Bank îro Şemiyê hatin girtin, bi sedema nakokiyan û xemên giştî li dor hebûna pereyan.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG