Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Libnanî Agirbestekê li gel Daişê Radigihîn e


Leşkerên Libnanî agirbestek ragihand di şerê dijî Daiş de ku ev bû hefteyeke gur bûye li ser sînorê Libnan û Sûriyê, û dibêjin ew dê rê bidin guftûgoyan li gel çekdaran li dor çarenûsa jimarek serbazên Libnanî yên ku ev sê sal in ji aliyê Daiş ve girtî ne.

Artêşa Sûrî û mîlîtanên gurûpa Hizbullah a Libnanî, ku helmetekê li aliyê din ê sînor birêve dibin, wan jî her wiha agirbest ragihand.

Navenda Medya Leşkerî, ku bi awakî hevbeş ji aliyê Hizbullah û Artêşa Sûrî ve tê birêvebirin, got agirbesta Yekşemê dê rê veke ji bo rêkeftinekê ku dawî li şerê dijî Daişê bîne li navçeyê.

Artêşa Libnanî, ku piştgiriya Amerîka werdigre, red dike ku ew hevrêziyê li gel artêşa Sûrî dike.

Hizbullah ji sala 2013an ve li gel hêzên Sûrî, şerê dijberên rêjîma Beşar Esed dike.

XS
SM
MD
LG