Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl li Lubnanê Êrîşî Armancên Hizbullahê Dike

Wêne ji arşîfê ye
Wêne ji arşîfê ye

Wezareta Derve ya Îsraîlê li ser platforma xwe ya X’ê got ku artêşê roja Duşemê zû êrîşî armancên Hizbullahê kiriye, wek bersiva êrîşên li ser sivîlên Îsraîlê.

Di heman demê de, rojnameya Times of Israel ragihand ku roja Duşemê sibehê li deverên cûrbecûr, di nav de jî Hayfa, alarm çalak bûn, ji ber mûşek û dronên ku ji axa Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve hatine avêtin. Artêşa Îsraîlê got ku çavkanîya êrîşan Lubnan bû, ne Îran.

Hizbullaha Lubnanî, ku bi fermî ketiye nav şer, got ku wê êrîş wek bersivek li ser kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî pêk anîne.

Wezareta Tenduristîyê ya Lubnanê roja Duşemê di daxuyanîyekê de got ku di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 31 kesên sivîl hatine kuştin û 149 kesên din jî birîndar bûne.

Di demekê de ku Hizbullah got ku wê êrîşên bi dron û mûşekan li ser Îsraîlê pêk anîne, ji bo tolhildana kuştina Rêberê Bilind Elî Xamineyî, medyaya dewletê ya Lubnanê ragihand ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê roja Duşemê zû êrîşî deverên li taxên başûrê Beyrûtê kirine.

Serokwezîrê Lubnanê Newaf Selam li dijî avêtina mûşekan ji başûrê Lubnanê hişyarî da û got ku ev gav "ewlehîya Lubnanê dixe metirsîyê û bihaneyekê dide Îsraîlê ku êrîşên xwe yên li dijî welatê me bidomîne."

This item is part of
XS
SM
MD
LG