Libnan banga danûstandinên rasterast bi serpereştîya navnetewî ligel Îsraîlê dike ji bo bidawîanîna şerê di navbera Îsraîl û koma Hizbullah a terorîst de.
Serokê Libnanê Joseph Aoun roja Duşemê ev yek wekî pêşniyar pêşkêşî karbidestên Yekîtîya Ewrupayê kir û banga agirbesteke tavahî û danûstandinên rasterast ligel Îsraîlê kir.
Li jêr vê planê, dê hêzên Îsraîlî ji başûrê Libnanê vekişin û li cihê wan dê artêşa Libnanî were şandin bi mebesta bêçekkirina Hizbullah, li gor Ajansa Niştimanî ya Libnanî ya Nûçeyan.
Ev pêşniyar di demekê de tê piştî ku hikûmeta Libnanê çalakîyên leşkerî yên Hizbullahê wekî neqanûnî ragihand. Hikûmeta Libnanê di 2’ê Adarê de ev gav eşkere kir û ferman da hêzên ewlekarî ku nehêlin êrîşên dron û mûşekan ji axa Libnanê werin kirin.
Ev biryar bi giştî nehatiye cîbicîkirin li vê dema ku Hizbullah bi awayekî rojane êrîşên dijî Îsraîlê didomîne.
Artêşa Îsraîlê roja Sêşemê ragihand ku êrîşên wê li başûrê Libnanê mîlîtanên Hizbullah û binesazîya wan dikin armanc. Wekî din, êrîşên asmanî yên Îsraîlê deverên kontrola Hizbullahê li başûrê Beyrûtê dikin armanc.
Piştî destpêbûna şerê Amerîka û Îsraîlê dijî rejîma Îranê di 28’ê Sibatê de, Hizbullah bi mûşekan êrîş bir ser Îsraîlê. Artêşa Îsraîlî jî wekî bersiv bingehên koma çekdar ya ser bi Îranê ve dike armanc.
Hizbullah sala 1997’an wekî rêxistineke terorîst ji alîyê Wezareta Derve ya Amerîkayê hate destnîşankirin.