Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnan Dixwaze Agirbesta bi Îsraîlê re Were Dirêjkirin

Nûnerên Îsraîl û Libnanê dê roja Pêncşemê li Washingtonê cara duyem di nava du hefteyan de bicivin.

Hikûmeta Libnanê hêvî dike ku agirbesta di navbera Îsraîlê û Hizbullahê de were dirêjkirin. Agirbesta 10 rojî di 16'ê Nîsanê de bi navbeynkarîya Amerîkayê pêk hat.

Lê Hizbullaha ku Îran piştgirîyê dide wê, roja Sêşemê ragihand ku wan mûşek avêtine bakurê Îsraîlê. Îsraîlê jî Hizbullah bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir.

Di 14'ê Nîsanê de, Balyozê Îsraîlê Yechiel Leiter û Balyoza Libnanê Nada Hamadeh Moawad, li Washingtonê bi navbeynkarîya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio danustandin kirin. Li gor Serokê Amerîkayê Donald Trump, ev hevdîtin piştî 34 salan cara yekem bû ku herdu welat bi awayekî rasterast diaxavin.

Êrîşên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de di 2'ê Adarê de dîsa destpê kirin. Hizbullahê ji bo piştgirîya Îranê dest bi êrîşên li dijî Îsraîlê kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG