Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestek Amerîkî: Danûstandinên Libnan û Îsraîle 'Berhemdar û Erênî' Temam Bûne

Balyozxaneya Amerîka ya li Romayê.
Balyozxaneya Amerîka ya li Romayê.

Danûstandinên di navbera Libnan û Îsraîle de ku bi navbeynkarîya Amerîka têne revebirin, îro Çarêşemê li paytexta Îtalya Romayê yên li ser bicîhanîna peymana çarçoveyî temam bûne û tê ragihandin ku her du alî hevbîr bûne ku hin xalan pêk bînin.

Di daxuyanîyek nivîskî de ku li ser rojnamevanan hatîye belavkirin, karbidestekî Amerîkî du rojên danûstandinan wekî "berhemdar û erênî" " pênease kir.

Wî got ku di encama gotûbêjên du rojî de, Libnan û Îsraîl ser bicîhanîna hin xalên peymana çarçoveyî hevbîr bûne ku egara vekişîna hêzên Îsraîlê di nav çend rojan de ji hin heremên başûrê Libnanê zêde dike.

Li gor ragihandina wî karbidestî, Libnan û Îsraîl li ser pêkanîna hin xalan hevbîr bûne.

"Me li ser şêwe û rêbernameyên pêvajoya 'herêma ewlehî' li hev kir, ku wê di rojên pêş de were temam kirin û bicîh kirin," wî got.

Karbidestê Amerîkî herwiha bal kişand ku danûstandin wê derbazî qonaxek teknîkî bibin da ku peymana çarçoveyê were bicîh kirin û " di navbera Îsraîl û Libnanê de peymanek berfireh" pêk were.

Her du welat di 14 û 15’ê Tîrmehê de li balyozxaneya Amerîka ya li Romayê di asta balyozan de gera şeşa ya danûstandinan pêk anîn, ku ev gera şeşa ya danûstandinên rûbirû ne.

Danûstandinên Libnan û Îsraîle cara ewil di 14’ê Nîsana 2026’an de li Washingtonê, bi navbeynkariya Amerîka destpê kiribûn, piştî 2’yê Adarê de di navbera Îsraîl û koma mîlîtan Hizbullahê de şer rûdabû.

Gera pênca bi peymana çarçoveyê ya 26’ê Hezîranê, ku li Washingtonê hat îmzekirin, encam dabû.

Li gor peymana 26’ê Hezîranê, divê Îsraîl qonax bi qonax ji başûrê Libnanê vekişe û li şûna wê artêşa Libnanê were bicîhkirin û du "herêmên ewlehîyê" werin avakirin ku Hîzbullah wê li wan herêman were bêçek kirin.

Hêjayê gotinê ye ku li gor şîrovekaran di navbera alîyan de hîn cudahîyên mezin hene.

Hizbullah ku Îran pîştgirîya wê dike, peymana 26’ê Hezîranê red dike.

Derbarê pêşketinên di danûstandinan de, ne ji Libnanê û ne jî ji Îsraîlê heya niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG