Serokwezîrê Lubnanê êrîşên mûşekî yên ji başûrê Lubnanê li ser Îsraîlê şermezar kirin û got ku ew ê hemû tedbîrên pêwîst bigire da ku wan rawestîne.
Serokwezîr Newaf Selam di daxuyanîyekê de got, "kî li pişt wê be jî, avêtina mûşekan ji başûrê Lubnanê kiryareke neberpirsîyar û gumanbar e ku ewlehîya Lubnanê dixe bin gefê û bihaneyekê dide Îsraîlê ku êrîşên xwe bidomîne."
Wî got, "Em ê nehêlin ku welat bikeve nav alozîyên nû, û em ê hemû tedbîrên pêwîst bigirin da ku sûcdaran rawestînin û Lubnanîyan biparêzin."
Hizbullahê şeva Yekşemê dereng ragihand ku wan ji Lubnanê êrîşeke mûşekî birîye ser Îsraîlê, du rojan piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê.
Hêza Esmanî ya Îsraîlê dibêje ku mûşekên ku ji alîyê Hizbullaha Lubnanê ve hatine avêtin nav axa Îsraîlê li deverên vekirî ketine. Hêzên Berevanîya Îsraîlê her wiha dibêje ku wan di bersivê de li seranserê Lubnanê li çend armancan xistiye.