Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dê Îro bi Serokê Libnanê re Bicive

Lebanon-Scrambling for Talks
Lebanon-Scrambling for Talks

Karbidestekî Koşka Sipî ji ajansa Reuters re got ku piştî Îsraîl û Libnanê meha borî li Washingtonê peymaneke ewlekarîyê îmze kir, dê Serokê Libnanê Joseph Aoun îro 21'ê Tîrmehê li Koşka Sipî bi serok Donald Trump re kom bibe.

Aoun, ku fermandarê artêşa Libnanê bû berî ku sala borî wekî serok were hilbijartin, di nêzîkî 20 salan de yekem serokê Libnanê ye ku serdana Koşka Sipî dike, û ew ê cara yekem bi Trump re rû bi rû bicive.

Civîn di demeke girîng de ji bo Libnanê tê: Leşkerên Îsraîlî beşek ji başûrê welêt dagir kirine, bi sed hezaran Libnanî piştî êrîşên Îsraîlê bêwar mane û Hizbullah bi tundî danûstandinên rasterast ên hikûmetê bi Îsraîlê re û hewldanên dewletê yên bêçekkirina wê red dike.

Aoun dawîya hefteyê gihîşt Washingtonê û roja Yekşemê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya.

Armanca vê peymana Libanan û Îsraîlê ew e ku Hizbullah bêçek bike, leşkerên Îsraîlê ji herêmên başûrê Libanên vekişîne û bingehê ji bo têkilîyên aştîyane di navbera herdu welatan de pêş bixe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG