Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Libnanê Joseph Aoun Serdana Washingtonê Dike

Lebanon-Scrambling for Talks
Lebanon-Scrambling for Talks

Serokê Libnanê, General Joseph Aoun, li gel hevjîna xwe, doh bi şev gihîşt Bingeha Hewayî ya Andrews li Washingtonê da ku dest bi serdaneke fermî ya Amerîkayê bike. Ev serdan bi vexwendina Serok Donald Trump tê lidarxistin.

Li gorî ajansa Reutersê, Serok Aoun vê hefteyê serdana xwe ya yekem bo Koşka Spî dike, da ku planekê pêşkêşî Serok Trump bike li ser çawanîya bêçekkirina rêxistina Hizbullah a ku ji alîyê Îranê ve tê piştgirîkirin û misogerkirina vekişîna Îsraîlê ji Libnanê.

Li gor bernameyê, Serok Aoun dê îro bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re hevdîtin bike. Her wiha, roja Sêşemê li Koşka Spî dê bi Serok Donald Trump re civîneke fermî hebe. Di dema serdanê de jî ew bi hejmarek endamên Senatoya Amerîkayê û berpirsên rêveberîya Amerîkayê re hevdîtin bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG