Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Yekşemê li Washingtona paytext bi Serokê Libnanê Joseph Aoun re civîya da ku bicîhkirina Çarçoveya Sêalî û hewlên jibo xurtkirina desthilatdarîya hikûmeta Libnanê nîqaş bikin.
Hevdîtîna Rubio û Aoun di daxuyanîyekê de ji alîyê berdevikê wezareta derve Tommy Pigott hat ragihandin.
Li gor daxuyanîyê, di hevdîtinê de Rubio pesna wêrekîya hikûmeta Aoun daye jibo “hewldanên wan ên bi biryar yên bo vegerandina serwerîya Libnanê, bêçekkirin û têkbirina binesazîya Hîzbullahê da ku ber bi aêtîyê tevbigerin.”
Rubio herwiha pabendbûna Washingtonê ji bo piştgirîya pêkanîna Çarçoveya Sêalî û piştgirîya hewldanên hikûmeta Libnanê ji bo pêşvebirina aştî û vejîna aborî ji nû ve tekez kir.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku “Wezîr pabendbûna Amerîkayê ji nû ve piştrast kir, bi armanca piştgirîya bicîhanîna serkeftî ya Çarçoveya Sêalî û piştgirîya hewlên Hikûmeta Libnanê yên jibo pêkanîna aştî, vejîna aborî û siberojeke baştir ya jibo gelê Libnanê.”
Hejayê gotinê ye ku di bîst salên dawî de, ev cara yekê ye ku serokekî Libnanê serdana paytexta Amerîka Washingtonê dike û hevdîtinên gelek girîng pêk tîne.
Joseph Aoun wê roja Sêşemê jî li Koşka Spî bi Serok Donald Trump re hevdîtinekê bike.
Çarçoveya Sêalî, ku di 26’ê Hezîranê de ji hêla Libnan û Îsraîlê ve bi navbeynkarîya Amerîkayê hate îmze kirin û ew pêvajoyek e jibo bêçekkirina Hîzbullahê, vekişîna qonax bi qonax a hêzên Îsraîlê ji başûrê Libnanê û bicîhkirina hêzên Libnanê li wan cihan.