Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan Mafê Rûniştinê ya Karmendên UNHCR'ê Dicemidîne


Wezîrê Derve yê Lubnanê Gebran Bassil biryar da ku destûra rûniştinê ya karmendên Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) bicemidîne.

Ofîsa Bassil îro Înê da zanîn ku karmendên UNCHR bi rêya belavkirina tirsê, pêşî li vegera male ya penaberên Sûrî tên tawanbar kirin.

Bassil di daxuyanîya nivîskî de got ku UNHCR ji penaberan re pirsên wek îhtîmala rûbirûbûna leşkerîya mecburî, pirsgirêkên ewlehî, tunenebûna şûnên jîyanê û şertên dijwar yên aborî dike û hewesa wan ya vegerê dikuje.

Lubnan mêvandarîya pirtir ji mîlyoneke penaberên Sûrî dike ku pirtir ji çaryeka nîfûsa wê ya giştî ye.

Hikûmeta Lubnanê dibêje ku hebûna penaberên Sûrî, xizmetên veguhastina giştî lawaz kiriye û xûrtbûna ekonomîya welêt xistiye rewşeke xirab.

Piştî ku hêzên hikûmeta Sûrî herêmên bin kontrola xwe firehtir dikin, karbidestên Lubnanî bi awayekî vekirî ji Sûrîyan dixwazin ku vegerin welatê xwe.

XS
SM
MD
LG