Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşanderên Lubnanî Rêya Serekî ya Firokxaneya Beyrûtê Girt


Protest li Libnanê

Roja Duşemê 29ê Mijdarê xwepêşanderan li Beyrûtê, paytexta Lubnanê û hin bajar û herêmên wî welatî nerazîbûn nîşan da, otobana sereke ya ku diçe balafirgeha navdewletî ya Beyrûtê girtin, di dema xwenîşandanekê de li dijî zêdebûna buhayê kelûpelên xwarinê û mezaxitinên rojane, û daketina buhayê lîraya Lubnanî hersa xwe nîşan da.

Hejmarek xwepêşanderan roja Duşemê rêyên sereke li deverên cuda yên Lubnanê girtin da ku hêrsa xwe li dijî siyasetvanên desthilatê derbixin.

Lubnan di nav xirabbûna qeyrana aborî û şert û mercên giran yên jiyanê de di rewşek xerab daye û gel heris bûye.

Girtina rêyan bi (teker) lastîkên şewitî bi giranî li paytext Beyrûtê, bajarê Trablusê yê li bakur, bajarê benderê yê başûrê Sidonê û Nihala Bîqaa yê rojhilat hatin dîtin.

Krîza aborî ya Lubnanê di hefteyên dawî de xirabtir bûye, digel ku lîreya Lubnanî gihîşt astek gelek daketî ku 25,800 lîre li hember darek Amerîkî ye, û hêza kirînê ya piraniya niştecihên wî welatî ku bi lîre pere distînin ji holê rakir.

Asta herî kêm ya derdan, kirê û mûçeyan 675,000 lîre ku dibin 27 dolarê Amerîkî.

Hikûmetê vê havînê alîkariyên jibo sotemeniyê bi dawî kirin û hişt ku gelek kes nikaribin xerciyên veguhestinê bistînin.

Di destpêka vê mehê de, wezareta tenduristiyê alîkariya bexşîna hin dermanan jî kêm kir.

Nakokiyên kûr li Lubnanê derketin piştî ku dadwerê ku lêpirsîna li ser teqîna bendera mezin a sala borî li bendera Beyrûtê birêve dibe, karê hikûmetê rawestandiye ku ji 12ê Cotmehê ve neciviyaye.

Têkçûna aborî li Lubnanê ku di dawiya sala 2019an de dest pê kir, hişt ku zêdetirî Sê-Çarêkên gelê Lubnanê ku xelkê wê 6 milyon kesin, di nav wan de milyonek penaberên Sûrî, di nava xizaniyê de bijîn.

Ev xirabtirîn kirîza aborîye ji salên 1850an vir ve wekî yek ji krîzên herî xerabe li cîhanê.

XS
SM
MD
LG