Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Cîvîna Alîkarî ya Mîrovahîyê Bo Lubnanê Çêdike


Blast in Lebanon capital Beirut - explosions à Beyrouth
Blast in Lebanon capital Beirut - explosions à Beyrouth

Fransa îro roja Çarşêmê vîdyo konferansekê navnetewî ji bo alîkarîya Lubnanê lidardixe.

Civîna îro dibe dûyemîn konfêrans bo Lubnanê piştî teqîna 4ê Tebaxê vir ve ku ji alîyê Fransa û Neteweyên Yekbûyî ve te çekirin. Li gor berpirsên Lubnanê sedema peqînê madê "Ammonium nitrate" e, ku 2750 tonên wî madeyê di embarekê da li aliyê mînayê Beyrut hatîbûn embar kirin.

Peqîna Lubnanê di demekê de pêk hat ku aborîya Lubnanê ne baş bû ku bi belavbûna vîrûsa korona hin xiravtir bûbû.

Karbidestekê Fransî ku li gel Serok Macron dixebite û nexwestîyê ku navê xwe dîyar bike got di civîna roja Çarşêmê li ser bilêzkirina alikarîya bo Lubnanê ye û ne bo şandina alîkarîya pêre ye ji ber ku Lubnan “nikarê xwe birêvebibe”.

Rêvêbirên Lubnanê naxwazin reforman pek bînin le heta niha ji nekarine ku hîkûmetekê ava bikin piştî peqinê ku hîkûmeta dawî îstîfa kir.

Karbidestê Fransî got nûnerên ji 27 welatên cîhanî wê beşdarî kombûnê bibin ku di nav wan de 12 serokên welatan hene. Le grûpên alîkarî yên Lubnanê wê rolekê sereke bilezin di kombûnê de.

Di yekem daxwaza plana alîkarîdayîna Lubnanê de avakirina hîkûmeteke heye ku bikaribe reforman pêk bîne û peraya alîkarîya navnetewî bikarbîne. Daxwaza dûyemin ji ew e ku lekolînkirina Bankaya Navendî ya Lubnanê ye.

Rêberên dinyayê û rexistinên navnetewî soza $300 mîlyon alîkarî ya mîrovahîyê dan Lubnanê piştî peqîna li mînayê. Lê ew hişyarî dan ku heta ku karbîdestên Lubnanê bi ciddî reformên sîyasî û ekonomîk pêk neyînin, ew alîkarî ya mîrovahîyê bo ji nûve avakirina Beyrûtê neye bikaranin.

XS
SM
MD
LG