Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Lehîyên Malezya de bi Dehan Kuştî Hene


Dîmeneke ji Lehîyên Malezya, 20'ê Rêbendana 2021'an

Wezareta Meteorolojîyê ya Malezya îro Sêşemê hişyarî da ku dibe ku di rojên pêş de pirtir bahoz û baranên girantir, pêk werin û her wiha ev jî pekana lehîyan dê zêde bike.

Li Malezyayê piştî barana zêde ya ku Înîya borî dest pê kir, li heşt eyaletan lehî ra bûbû.

Di encama lehîyên wêranker de îro hejmara kuştîyan giheştîye 17 kesan û hevdem zêdetirî 70 hezar kes jî koçber bûne.

Gel û qanûndaner, hikûmeta Malezyayê jiber bersîva hêdî ya xebatên rizgarkirin û alîkarîyê,bi tundî rexne dikin.

Ew dibêjin gelek kes berîya ku werin rizgar kirin, zêdetirî du rojan di bin lehiyê de mane, bi taybet jî li Selangor, eyaleta herî dewlemend û qelebalix ya welêt.

Serokwezîr Îsmaîl Sebrî îro di Televîzyona Bernama ya dewletê de, pirsgirêk û hedîbûna di kordînasyona navbera sazîyên ewlekarîya federal de qebûl kir.

Îsmaîl Sebrî diyar kir ku ww qelsîyan red nake û dê di siberojê de baştir bibe.

"Pirsiyarî ne tenê ya hikûmeta federal e, di heman demê de hikûmetên eyaletan jî, û enîyên pêş yên hereman jî di nav de ne," Sebrî got.

Bi hezaran sazîyên ewlekarîyî, rewşa awarta, hawarçûnê û karmendên leşkerî hatine seferberkirin, lê rexnegir dibêjin ku ew ne bes e û dilxwaz ketine nav hewldanan da ku xwarin û keştîyan bo xebatên rizgarkirinê, peyda bikin.

Kesên ku koçber bûne li navendên alîkarîyê yên hikûmetê têne bicîh kirin lê karbidest hişyarî didin ku li van stargehên qelebalix xeterîya zêdebûna pêketinên vîrusa korona bilind e.

Baran niha rawestiyaye û li gelek hereman ava jiber lehîyê kêm bûye, lê hejmara kesên kuştî, birîndar û winda hîn jî bi temamî ne dîyar e.

Hevdem, zarara madî jî nehatiye hesibandin.

Malezya her sal di demsala baranên Musonê de rastî lehîyan tê, lê yên di dawîya vê hefteyê de, ji 2014'an vir ve yên herî xirab bûn.

XS
SM
MD
LG