Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heyva Sor Hişyarî Dide ku Nexweşîya Leşmanya li Şehba Belav Dibe


Heyva Sor a Kurd îro Sêşemê hişyarî da bîragiştî ku nexweşîya rîş anku leşmanya li nav penaberên Efrînî yên li herêma Şehba belav dibe.

Rêvebirê Emar Mihemed ji ajansa HAWAR re got ku di demên dawî de 100 penaberên Efrînîyên ku di kampa Berxwedan û gundên Şehba dimînin, bi nexweşîya leşmanya ketine.

Mihamed da zanîn ku ew rastî nexweşîya sil anku êşa zirav jî hatine û hebûna wan nexweşîyan, jîyana dijwar hîn dijwartir kiriye.

Wî bang li rêxistinên navnetewî yên saxlemî kir ku alîkarîyên pêdivî ji şênîyên Efrînê re bişînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîyê û hêzên bi piştgirîya wê di 15’ê Adarê de Efrîn dagir kiribû û gelê herêmê jî neçar mabû ku xîh û warên xwe bihêlin û ber bi Şehba ve herin.

XS
SM
MD
LG