Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Misirê: Mubarek Daxwazên Xwexîşaderan Cêbicê Dike


Leşkerê Misirê: Mubarek Daxwazên Xwexîşaderan Cêbicê Dike
Leşkerê Misirê: Mubarek Daxwazên Xwexîşaderan Cêbicê Dike

Karbidestên leşkerê Misirê û endamên partîya li ser desthelatê dibêjin, Serok Husnî Mubarek dê daxwazên xwenîşanderan cêbicê ket.

Gelê Misirê eve 17 roje xwenîşandan diken û daxwaza karvekêşana serok Mubarek diken, yê ku nêzîkî 30 salane li ser desthelatê. Ew dixwazin ku Mubarek demûdest karvekêşana xwe bidet.

Civata bilind ya leşkerî roja Pêncşembî bê rêzdar Mubarek, Qumandarê Giştî kom bû.

Leşkerî li televizyona dewletê, piştevaniya xwe bo daxwazên rewa yên gelê Misirê ragehand. Peyvdarekî got, civata leşkerî di kombûnê da, li ser pêngvên bêne avêtin bo parastina welat û gel danûstandin kir.

Meydana Tehrîr li Qahîre, ku bûye navenda xwenîşandanan, bû keyf û xweşî demê ew peyam êvara roja Pêncşembî hate belav kirin.

Dektor bi saqoyên spî û parêzer bi saqoyên reş roja Pêncşembî çûne Meydana Tehrîr li Qahîre û digel xwenîşanderan têkel bûn.

XS
SM
MD
LG