Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên ku ji Artêşa Sûrî Veqetîn 27 Hêzên Ewlekarîyê Kuştin


Leşkerên ku ji Artêşa Sûrî Veqetîn 27 Hêzên Ewlekarîyê Kuştin

Bizavkarên mafên mirovan dibêjin, leşkerên ku ji artêşa Sûrî veqetîn 27 leşker û hêzên ewlekarîyê kuştin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê dibêje, kuştinkarî di encama pevçûnên îro Pêncşemê de, li Dara qewimîn.

Serhildana dijî hikûmetê ya Sûrî, di nav çend mehên borî de tundtir bû, piştî ku leşkerên ku ji artêşa Sûrî veqetîn û xwenîşander, dest bi şerê çekdarî ya li dijî hêzên hikûmetê kir.

Bizavkarên mafên mirovan her wiha ragihand, herî kêm 25 kes ku nav wan de 8 leşkerên Sûrî jî hene, di encama pevçûnên li seranser welêt de, do Çarşemê hatine kuştin.

Bi alîyekî din ve, Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan, (Human Rights Watch) dibêje, leşkerên ku ji artêşa Sûrî veqetîn navê 74 qumandaran eşker kirine ku fermana êrîşên dijî sîvîlên bê çek dane.

XS
SM
MD
LG