Leman Beşîkçî, hevjîna lêkolîner û Kurdzanê navdar Îsmaîl Beşîkcî îro li nexweşxaneyeke li Enqerê koça dawî kir.
Xanim Beşîkcî ku 92 salî bû, mamosteya karkenar bû û jiber nexweşîyên xwe ji mêjve li nexweşxaneyê dihat derman kirin.
Weqfa Îsmail Beşîkcî ragihand ku termê Leman Beşîkcî wê sibê Çarşemê li Goristana Karşiyaka ya Enqerê were binax kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye civakzan Îsmaîl Beşîkcî jiber lêkolîn û berhemên xwe yên derheqa Kurdan salên dirêj hatibû zindan kirin.