Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio li Romayê Hevdîtinan bi Papa û Berpirsên Îtalyayê re Encam Dide

Papa Leo û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Vatîkanê 07-05-2026
Papa Leo û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Vatîkanê 07-05-2026

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Pêncşemê gihîşt Vatîkanê ji bo civînan bi papayê Vatîkanê û rêberên Îtalyayê re encam bide.

Şanda Amerîkî ya bi serokatîya Rubio di bin ewlekarîyeke tund de li ser rêya sereke ya Romayê ya ku ber bi Vatîkanê ve diçû danê sibê gihişt Vatîkanê ku yekem care di navbera Papa û rayedarekî rêveberîya Trump de di nav salekê de hevdîtin pêk tê.

Tê çaverêkirin ku civîna girtî ya di navbera Papa Leo û Rubio de - ku di heman demê de wekî Şêwirmendê Ewlekarîya Niştimanî yê Serok Trump jî kar dike - bi qasî nîv demjimêrekê bidome.

Piştî vê yekê, Rubio dê bi dîplomatê herî bilind ê Vatîkanê, Kardînal Pietro Parolin ê Îtalî re bicive.

Di serdana xwe ya du rojî de Rubio li Romayê roja Înê, ew ê bi Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni re bicive. Hatîye plankirin ku Rubio bi hevpîşeyê xwe yê Îtalî û berpirsên din ên Îtalyayê re kom bibe.

Papa Leo - yekem papaye ku li Amerîkayê ji dayîk bûye, hin alozî di navbera wî û rêveberîya Washingtonê de hene piştî ku wî siyaseta koçberî û şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê rexne kir.

Rubio oldarekî Katolîk e, û her weha Cîgirê Serok JD. Vance jî. Herdu berpirsên Amerîkî salek berê, piştî beşdarbûna wan di merasîma destbikarbûna Papa de, bi "Leo" re civiyabûn.

Di civîneke çapemenîyê ya roja Sêşemê de li Koşka Spî, Rubio diyar kir ku ew hêvî dike ku dosyaya Kubayê, û her weha fikarên li ser azadiya olî li çaralîyê cîhanê, bi "Leo" re nîqaş bike.

Roja Sêşemê, Balyozê Amerîkayê li Vatîkanê, Brian Birch, ji rojnamevanan re got ku axaftina pêşbînîkirî ya di navbera Papa û rayedarekî hikûmeta Amerîkayê de muhtemelen "baş û saxlem" derbaz bibe.

Tam dema ku Rubio digihîşt Vatîkanê, Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk serdana xwe ya Vatîkanê bidawî kirbû, piştî ku hevdîtin bi Papa Leo re pêkanîbû. Tusk ji rojnamevanan re got ku wî bi Papa re li ser rêbazên xurtkirina hevkarîya navneteweyî gotûbêj kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG