Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Rojnamevanê Fransî Mathias Depardon Azad Kir


Rojnamevanê wênegir yê Fransî Mathias Depardon ku meha borî li bajarê Êlihê li Tirkîyê hatibû girtin, îro hate berdan û dû re jî hat dersînor kirin.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) û ofîsa Serokomarîya Fransî ragihand ku Depardon îro ji alîyê Tirkîyê ve hate azad kirin û ew ber bi Fransa bi rê ketiye.

Depardonê 37 salî li Stenbolê dima û jibo karekî kovara navdar National Geography çûbû herêmên Kurdan li Tirkîyê û bi sedema propogandaya terorê li Hesenkêfê hatibû girtin.

RSF û nêzîkî 20 rêxistin, rojname û kovar bi nameyeke hevbeş daxwaza azadkirina Depardon xwestibû û Serokomarê Fransî Emmanuel Macron jî bang li Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kiribû ku Lepardon berde.

XS
SM
MD
LG