Artêşa Pakistanê ragihand ku 46 leşkerên Afganistanê piştî pêşveçûna Talîbanê derbazî nav sînorên wan bûne.
Bi sedan leşkerên Afgan, karbidestên sîvîl di hefteyên dawî de jiber êrîşên Talîban yên li sînor derbazî Tacikistan, Pakistan, û Îranê dibin.
Li gor daxuyanîya artêşa Pakistanê, leşkerên Afgan piştî destûra meqamên fermî di derîyê Çîtral re derbaz bûne.
Karbidestên Pakistanê dibêjin ku wan xwarin vexwarin û alîkarîya nojdarî daye wan leşkeran.
Hêjayî bîrxistinê ye ku peywendîyên Afganistan û Pakistanê di demên dawî de qels bûbûn.
Afganistanê, piştî keça balyoza Pakistanê bo demeke kin hatibû revadin ji dîplomatên xwe yên li wî welatî xwestibû ku vegerin.
Talîbanê piştî Amerîka dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Afganistanê kir êrîşên xwe zêdetir kirine.
Hêzên Amerîka piştî 20 salan dê di 11’ê Îlonê de bi temamî ji Afganistanê derkevin.
Washington niha dide zanîn ku ew bo piştgirîya hêzên Afgan dijî hêzên serhilda êrîşên xwe yên esmanî dê bidomîne.