Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de Pirtir ji 20 Leşkerên Tirk li Wanê Birîndar Bûn


Ajansa nûçeyan ya dewletê li Tirkîyê dibêje, 24 leşkerên Tirk di encama êrîşeke bombeyî de li stana Wanê birîndar bûne.

Ajansa Anadolu îro Sêşemê ragihand ku bombe ji alîyê serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve, ji dûr ve hate peqandin.

Bûyer derengî Duşemê qewimî, di wê demê de ku karwanekî leşkerî li ser rêyekê derbas dibû.

Ev êrîş piştî êrîşên esmanî yên artêşa Tirk tên, ku li gor karbidestan 5 şervanên Kurd di encama wan êrîşan de, li stana Hakkarî hatin kuştin.

Tundûtûjîya navbera artêşa Tirkîyê û PKKê vê havînê jinûve derket, piştî ku gotûbêjên aştîyê di navbera her du alîyan de hilweşîyan.

XS
SM
MD
LG