Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeke Leşkerî ya Cezayîrê Ket Xwarê, bi Dehan Kuştî Hene


Li nêzî Bingeha Esmanî ya li başûrê rojavayê Cezayîrê ya paytaxta Cezayîrê firokeke leşkerî ket xwarê.

Medyaya Cezayîrê da zanîn ku piranîya wan leşker, zêdetirê 100 kes jîyana xwe ji dest dane.

Li gor hin jêderên herêmî dibe ku hêjmara mirîyan 200 kesî derbaz bike.

Hîn nayê zanîn ku firoka leşkerî jiber çi ketîye. Ambulans ji cîhê bûyerê birîndaran radikin nexweşxaneyan.

Li Cezayîrê 4 salên berê jî firokeke ku leşker û malbatên wan lê siwar bûbûn ketibû û 77 kes jîyana xwe ji dest dabûn.

XS
SM
MD
LG