Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Von der Leyen Bang li Dewletên Cîhanê Dike ku bo Jinûve Avakirina Ukrayna Alîkarîyê Bikin


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Sêşemê bang li dewletên cîhanê kir ku bo jinûve avakirina Ukrayna alîkarîya Kîevê bikin.

Von der Leyen da zanîn ku Yekîtîya Ewrupa (YE) hazir e ku seba alîkarîyên bo Kîevê komîteyekê çêke.

‘’Ti dema em heder bikin tune, hilweşîneceke cidî çêbûye. Banka Cîhanê dide zanîn ku hilweşîneke bi qasî 350 mîlyar euro (345 mîlyar dolar) çêbûye.’’ Von der Leyen got.

Wê dîyar kir ku divê ew komîteya bo alîkarîyê bi qasî ji dest wan tê zû çêkin û demûdest di jinûve avakirina Ukrayna de cîh bigirin.

Piranîya welatên Ewrupî di şerê Rûsya û Ukrayna de ligel Kîevê disekinin û alîkarîyên leşkerî û diravî didin wê.

XS
SM
MD
LG