Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenteriya Leyla Zana Cardin ji Dest Wê Hat Stendin 


Leyla Zana
Leyla Zana

Di nav 24 salan de dibe cara duyê ku, parlamentoya Tirkiyê, parlamenteriya Leyla Zana ji destê wê distîne.

Leyla Zana yekemîn parlamentera Kurd e ku, li parlamentoya Tirkiyê bi kurdî sond xwarî bû.

Piştî hilbijartina 1ê Mijdra 2015'an Leyla Zana di sondxwarina parlameniyê de, di dêvla 'Gelê Tirk' peyva "Gelên Tirkiyê" bikar anîbû. Serokê parlamentoyê jê xwest sonda fermî bixwîne lê Zana neçû.

Leyla Zana, ji 17ê Mİjdara 2015'an vir de beşdarî rûniştinên parlamentoya Tirkiyê nebûye. Parlamenteriya Zana, jiber bênavber beşdarî 212 rûniştinan nebûye, bi 302 dengan jidestê wê hat stendin.

Cara yekê parlamenteriya Leyla Zana di sala 1994'an de dema parlamentera Partiya Demokrasiyê (DEP) bû ji destê wê hatibû stendin û piştre 10 salan di girtîgehê de ma.

Berî vê biryara stendina parlameniya Leyla Zana, mafê parlamenteriya her yek ji: Figen Yüksekdağ, Faysal Sarıyıldız, Tuğba Hezer Öztürk, Nursel Aydoğan û Besime Konca ji destê wan hatibûn stendin, her hemû jî endamên partiya HDP'ê ne.

HDP li ser torên civakî ragihand ku, ev biryar di raya gel de di hikmê tune de ye. HDP dibêje "Leyla Zana dengê azadiyê ye, îrada gel e û parlamenter e. Tenê gel dikare parlamenteriya wê ji destê wê bistîne".

Ji aliyê dinê ve 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê 8 sal û mehek cezayê hepsê da parlamenterê HDPê Abdullah Zeydan. Tevî Zeydan heta nihe cezayê hepsê dane her yek ji: İdris Baluken, Figen Yüksekdağ, Burcu Çelik, Nursel Aydoğan, Selma Irmak, Ferhat Encu, Çaglar Demirel.

Zeydan 15 mehin digel Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş li girtîgeha Edirneyê de girtî ne.

Hêjayî gotinê ye heta nehe tenê ceza li Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş nehatiye birîn lê ji bo wî heta 142 salan cezayê hepsê tên xwestin. Demirtaş sibe, Înê 12î Çile li Stembolê derbarê dozek din li dadgehê amade dibe.

Parlamenteriya Leyla Zana jê Hat Stendin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:20 0:00

XS
SM
MD
LG