Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê IHD'ê Keskîn bo Leyla Guven Banga Piştgirîyê Dike


Hevseroka Kongra Civaka Dmokratîk (KCD) û parlamantera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 23 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Guvenê jibo ku balê bide tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi vê çalakiyê kir.

Hevseroka Giştî ya Komela Mafê Mirovan (IHD) Eren Keskîn îro Înê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çû serdana Guvenê.

Keskîn, piştî serdanê daxuyanîyek da û got ku di bîragiştî de jibo çalakîya Guvenê xemsarîyek heye.

“Jibo ku em bibin dengê wê, vê daxuyanîyê didin. Guven nexweşa bi navê Hîpofîz Adomîn e ku divê dermanên giran bixwe, lê jiber vê çalakîyê, ew nikare dermanan jî bixwe.”

Keskîn diyar kir tecrîd li dijî qanûna înfazê ya Tirkiyê ye.

"Parlamentereke jin bedena xwe li ber mirinê dirêj kiriye, lê bîragiştî guh nadê. Me heta îro gelek girtîyan di rojîyên mirinê de hinda kirin, bila Leyla Guven nebe ya dawî."

Cîgirê Serokê Giştî yê IHD’ê Racî Bîlîcî jî li ser çalakîya Guvenê û rewşa wê hizirên xwe bi guhdarên Dengê Amerîka re parve kir.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Guven ji 18’ê meha yekê vir ve, jiber daxuyanîyên wê yên li dijî şer û operasyona Efrînê hat girtî ye.

KHF_11_30_2018_Keskin_Guven
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:15 0:00

XS
SM
MD
LG